Cenazeyên qurbaniyên komkujiya Badûşê radestî malbatên wan hatin kirin

Saziya Tiba Edlî ya Iraqê, diyar kir ku wan cenazeya 70 qurbaniyên komkujiya Badûşê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve di dema dagirkirina parêzgeha Nînowayê de hatibû kirin, radestî malbatên wan kirine.

Saziya Tiba Edlî ya Iraqê, 70 cenazeyên qurbaniyên komkujiya Badûşê ku di dema dagirkirina parêzgeha Nînowayê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatî pêkanîn, vegerand.

Li gorî daxuyaniyê, bi hevkariya li gel Dezgeha Şehîdan Beşa Parastina Gorên Komî û Windayan, 70 cenazeyên qurbaniyên komkujiya Badûşê vegerandine.

Hate ragihandin ku radestkirina cenazeyên bi merasîmek taybet û rêkaran hatiye pêkanîn û cenaze radestî malbatên wan kirine.

Rêveberê Giştî yê Tiba Edlî Dr. Zeyd Elî Ebas got: “Tevî pirsgirêkên teknîkî yên derdorê û xirabûna hestiyan ji ber şert û mercên dijwar ên jîngehê, xebat û xurtkirina hewldanên ji bo bidawîkirina vê dozê berdewam dikin.”

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Şehîdan Beşa Parastina Gorên Komî û Windayan Dr. Yasmîn Munzir jî got: “Ev vegerandina beşa pêncem a cenazeyên qurbaniyên Badûşê ye. Li gel van giştî cenazeyên hatine vegerandin; ji 605 cenazeyan 241 cenaze hatine vegerandin.”

Hêjayî gotinêye ku komkujiya Girtîgeha Badûşê di meha Hezîrana sala 2014’an de, dema çeteyên DAÎŞ’ê Mûsil dagirkirin û dest danîn bi ser girtîgeha Badûşê ya li bajarokê Badûş a li bakurê Mûsilê de, pêk hat. Zêdetirî 670 kes bi guleyê hatibûn qetilkirin.